Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Rê Dide Jinan ku bi Tenê Xwe Otêlan Kirê Bikin


Desthilatdarên geştiyariyê li Erebistana Saudî pîvaneke nû derxist ku rê dide jinan otêlan kirê bikin bê ku mêr bi wan re hebin.

Ew pêvana nû her wiha rê dide jin û mêrên biyanî ku heman odê kirê bikin bê ku wan belgeya zewacê hebe.

Desteya geştiyarî û kelepora niştimanî ya Saudî pîvanên nû îro Yekşemê li ser Twîterê belav kirin.

Nermkirina bendên pêwendiyên civakî li Erebistana Saudî tê di demekê de ku Riyad vîzayên nû yên geştiyariyî derxistin, wek beşek ji hewlên hevrengkirina abûriya welêt a ku pala xwe dide ser niftê.

Li gor pîvanên nû, jin dikarin bi nasnameya xwe li otêlan bimînin û jin û mêrên biyanî jî dikarin bi pasportên xwe û bê hebûna belgeya zewacê odeyeke hevbeş kirê bikin.

XS
SM
MD
LG