Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Hûsîyan Berdewam in, û Siûdî Dibêje wê 10 Mûşekên Balistîk Têk Birine

Bajarê Meke yê Erebistana Siûdî
Bajarê Meke yê Erebistana Siûdî

Hêzên hevpeymanîyê ya ku bi serokatîya Erebistana Siûdî li Yemenê ragihand ku wan 10 mûşekên balîstîk ên Hûsîyan têk birine ku ber bi herêmên başûrê Erebistana Siûdî ve hatibûn arastekirin.

Di heman demê de, dema ku hatibû plankirin ku roja Yekşemê piştî du hefteyan Balafirgeha Navneteweyî ya Riyad ji nû ve vebe, ajansên nûçeyan dibêjin ku dengê teqînan li paytexta Erebistana Siûdî hatine bihîstin.

Ajansa nûçeyan a France Press roja Yekşemê di raporekê de ragihand ku di demjimerên sibehê yên zû de dengê sê teqînan li Riyadê hatiye bihîstin.

Ev di demekê de tê ku Erebistana Siûdî ragihandibû ku Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid, ku ji ber çend êrîşên Hûsîyên girêdayî Îranê hatibûn girtin, roja Yekşemê piştî du hefteyan dê ji nû ve vebe.

15 roj berê, Balafirgeha Şah Xalid bi awayekî demkî hatibû girtin. Ev yek piştî êrîşekê pêk hatibû ku di encama wê de 13 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Berdevkê leşkerî yê Hûsîyan roja Şemîyê ragihand ku wan di nav 24 demjimerên borî de çend operasyon li dijî armancên li Erebistana Siûdî pêk anîne.

Wî herwiha îdî'a kir ku Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid li Riyadê di du qonaxan de bûye armanca êrîşan.

This item is part of
XS
SM
MD
LG