Hevpeymanîya bi Rêberiya Siûdiyê îro roja Sêşemê ragihand ku di demeke nêz de dê hişyariyek ji bo sivîlan li paytexta Yemenê, Senaa, were belavkirin da ku cihê armancgirtî vala bikin berî pêkanîna operasyoneke taybet.
Turkî Malikî berdevkê Hevpeymanîya bi Rêberîya Siûdîyê Li ser platforma Xê bang li sivîlan kir ku ji cihê Kompaniya Petrolê ya Yemenê, ku wek "Stasyona El-Sebahe ya Navendî " li paytexta Yemenê, Senaa, tê nasîn, dûr bikevin û wê vala bikin.
Hevpeymaniyê got ku ev daxwaz ji bo parastina ewlehiya wan hatiye kirin û nexşeyeke cihê armancgirtî jî belav kir.
Di daxuyaniyek din de Malikî ragihand ku hêzên wan sê dron li bakurê Riyaz'ê hilweşandine. Ev daxuyanî di dema ku pevçûnên navbera hevpeymaniyê û Hûsiyên piştgirîkirî ji aliyê Îranê ve li Yemenê berdewam dikin, hate kirin.
Di bersivê de, berdevkê leşkerî yê Hûsiyan, Yehya Serî', hişyarî da ku her armancgirtin an êrîş li paytexta Yemenê, Senaa were kirin, dê bi êrîşek “tund” li dijî riyazê were bersivdan.
Tê zanîn ku Hûsiyan duh bi şev jî êrîşek bir ser Riyazê. Ev êrîş piştî êrîşên herî giran ên dawiya hefteyê tê, ku li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya King Khalid pêkhatbûn, ku li gor raporan 14 kes di wan de hatin kuştin û bi sedan kesên din birîndar bûn.