Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Saudî Nerazîbûna Tund ya Dijî Kanada Didomîne


Erebistana Saudî careke din nerazîbûna xwe dijî Kanada ragihand ku, bi gotina wê maya xwe dixe karê wê yê hindurîn.

Televîzyona dewleta Saudî ragihand ku hikûmet ti car qebul nake ku dewletên din tev li karên navxweyî bibin.

Hikûmeta Kanadî bang li Erebistana Saudî kiribû bizavkarên mafên mirovan berde.

Wek reaksîyon, Erebistana Saudî balyozê xwe ji Ottawa ya paytaxta Kanada vekişîbû û 24 seat dabû balyozê Kanada ku ji welêt derkeve.

Hêjayî balkişandinê ye ku hikmeta Saudî herwiha qedexe kir ku bazirganî bi Kanada re were kirin.

XS
SM
MD
LG