Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Melîkê Saudî Guhertin di Çend Postên Bilind yên Desthilatê de Dike


Serok Obama û Melîk Salman bin Abdulaziz
Serok Obama û Melîk Salman bin Abdulaziz

Melîkê Erebistana Saudî Salman bin Abdulaziz îro Çarșemê jimareke postên bilind yên desthilatê jinûve binav kirin.

Abdulaziz, kurê birayê xwe prens Mohammed bin Nayef li şûna nîvbirayê xwe Muqrin, wek paşmelîk anku kesê ku şûna wî bigire nav kir.

Hêjayî bîrxistinê ye, Muqrin di meha yek Rêbendanê de wek paşmelîk hatibû navkirin, dema Salman dû mirina Melîk Abdullah desthilat wergirtibû.

Di biryareke din de ku bi fermî di dezgehên ragihandinê de hate belav kirin, Abdulaziz, balyozê Saudî yê li Amerîka, Adel al-Jubeir wek wezîrê derve destnîşan kir, li şûna dîplomatê derîn Saud al-Faisal.

Kurê Abdulaziz prens Mohammad bin Salman jî bû cîgirê nû yê paşmelîk Nayef.

XS
SM
MD
LG