Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Konsulxaneya Xwe ya li Kabulê Vedike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Erebistana Saudî roja Sêşemê beşa konsulxaneyê ya balyozxaneya xwe ya li Kabul ya paytexta Afganistanê vekiriye.

Reutersê ew agahî ji zarê ajansa nûçeyan ya dewleta Erebistana Saudî (SPA) ragihand.

Ew beşa konsulxaneyê ya Erebistana Saudî dê bo welatîyên Afgan xizmetê bide.

Erebistana Saudî di meha Tebaxê de, dema Talîbanê kontrola Afganistanê bi dest xwe dixist, dîplomatên xwe ji balyozxaneya Kabulê vekişandibûn.

XS
SM
MD
LG