Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Biryara Civata Senatoran Şermezar Kir


Wezareta Derve ya Erebistana Saudî, biryara Civata Senatoran ya Amerîka ya ku dîyar dike ku berpirsê kuştina Cemal Xaşiqcî, Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman e şermezar kir.

Ajansa fermî ya Erebistana Saudî, ji zarê Wezareta Derve ragihand ku Civata Senatoran, ‘’bi îdiayên nehatine îspat kirin’’ Mihemed Bîn Salman tawanbar dike.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Amerîka hewil dide ku zararê bide ‘’rola Erebistana Saudî ya herêmî û ya navneteweyî.’’

Civata Senatoran hefteya borî, di dengdanê de bi yekdengî biryar dabû berpirsê kuştina Xaşiqcî, Mihemed Bîn Salman e.

Senatoran herwiha dijî 41 deng bi 56 deng biryar dabû ku piştgirîya Amerîka ya leşkerî ya bo Erebistana Saudî ya li Yemenê were vekişandin.

XS
SM
MD
LG