Reuters’ê ragihand ku Konsolosê Erebîstana Saudî yê Stenbolê Muhammed El Otaibi bi firoka bi tarîfe ji Tirkîyê derketîye.
Karbidestên Tirk, bo ronîkirina rewşa rojnamevanê hinda Cemal Xaşiqcî li Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê lêgerîn kiribûn û li ber e ku ew li rezîdansa konsolos jî lêgerînê bikin.
Cemal Xaşiqcî, ku wek rojnamevanekî dijî rêvebirîya Rîyadê tê nasîn, herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.
Tirkîye li ser gumana kuştina Xaşiqcî disekine, lê Erebîstana Saudî vê îdiayê red dike.
Medya Amerîka radigihîne ku Erebîstana Saudî bo eşkerekirina kuştina Xaşiqcî hazirîyê dike.