Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Tirkîyê: 15 Xebatkarên Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê Pirsên Dozger Bersîvandin


Ajansa Anadolu ragihand ku xebatkarên Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê, ser hindabûna Cemal Xaşiqcî pirsên dozger bersîvandin.

Li gor ajansê, 15 xebatkarên Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê, ku temamê wan Tirk in, wek şahid derketin pêşberî dozger.

Di nav kesên beyan dane de, ajovanê konsolos û berpirsê teknîk yê konsulxaneyê jî hene.

Cemal Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Tirkîye ser gumana kuştina Xaşiqcî disekine, lê Erebîstana Saudî vê îdiayê red dike

XS
SM
MD
LG