Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî bo Vaksîna Moderna Destûra Karanînê Daye


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Erebistana Saudî destûr daye vaksîna vîrusa korona ya Moderna ku li welêt were karanîn.

Karbidestên Erebistana Saudî dê bo sitandina her du dozên vaksîna Moderna dest bi xebatan bikin.

Erebistana Saudî berê jî bo bo karanîna vaksînên Pfizer, AstraZeneca û Johnson & Johnson destûr dabû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Erebistana Saudî heta niha bi qasî 500 hezar kes bi vîrusa korona ketine û nêzî 8 hezar kesan bi wê canên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG