Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerên Erebîstana Saudî û Tirk Ser Vekolîna Kuştina Xaşiqcî Jinûve Kom Bûn


Medya Tirkîyê ragihand ku Serdozgorê Erebîstana Saudî Suud El-Muceb û Serdozgerê Komarî yê Stenbolê Îrfan Fîdan, ser vekolîna kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî cara duyê kom bûne.

El-Muceb û şandeya bi wî re, ketin Qesra Dadê ya Stenbolê û derbazî cîhê serdozger bûn.

Karbidestên ewlekarîyê nehiştin ku rojnamevan wêne û dîmenan bigirin.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribûn, lê piştre dabû zanîn ku ew di pevçûneke li konsulxaneyê de hatiye kuştin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu do Duşemê dabû zanîn ku termê Xaşiqcî hîn nehatiye dîtin.

XS
SM
MD
LG