Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Saudî: Mihemed Bîn Salman Ser Kuştina Xaşiqcî Ti Ferman Neda


Wezîrê Derve yê Erebistana Saudî Adil El-Cubeyr dîyar kir ku Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman ser kuştina Cemal Xaşiqcî ti ferman nedaye.

Cubeyr ji rojnamevanan re ser kuştina Xaşiqcî got ku ‘’Bo lidarxistina wê operasyonê ti ferman nehatibû dayîn’’

Rojnameya New York Timesê ji zarê karbidestên îstixbarata Amerîkî dabû zanîn ku Mihemed Bîn Salman berî kuştina Xaşiqcî gotiye ku ‘’Ger dev ji rexneyan bernede û venenegere Erebistana Saudî wî bi guleyan pûç bikin’’

Cubeyr ser pirsên derbarê wê nûçeyê tiştek negot.

XS
SM
MD
LG