Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran ya Amerîkî Rê bo Firotina Çekan ji Erebistana Saudî re Vekir


Civata Senatoya Amerîkî roja Seşemê pêşyaseyeke red kir ku firotina mûşekên pêşketî, çekên din û piştgirîya Erebistana Saudî qedexe kiribû.

Dengdan li hemberî 30 dengan, ji alîyê 67 kesan hate qebûl kirin, ku ji alîyê qanûndanerên Komarî Rand Paul û Mike Lee, her wiha ji alîyê Bernie Sanders ku piştevanîya Partîya Demokrat werdigire, hatibû danîn.

Ew her sê qanûndaner li dijî firotina çekên leşkerî bo Erebistana Saudî derdikevin bi behaneya ku kel û pêlen Amerîkî ji bo kuştina sivîlan neyê bikaranîn.

Lê piştgirên firotina çekan bo Erebistana Saudî dibêjin ku rêveberîya Serok Joe Biden ji xwe firotina çekên giran bo Erebistana Saudî qedexe kirîye.

Tevî ku jimarekê mezin ya qanûndanerên Amerîkî difikirin ku Erebistana Saudî hevalbendekê girîng li Rojhilata Navîn e, hinek endamên Kongresa Amerîkî rexneyan li Erebistana Saudî dikin, ji ber tevlîbûna wê di şerê li Yemenê de. Hêjayî gotinê ye ku alozîya li Yemenê bûye sedema dijwartirîn krîza mirovahîyê ya cîhanê.

XS
SM
MD
LG