Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Cejnê de Mizgefên Saudî û yên Îmaretê Girtî Bimînin


Karbidestên Erebistana Saudî û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmaret) îro Înê ragihand ku mizgeft dê jibo nimêjên cejnê girtî bimînin.

Wan bang li gel kir ku rênmayên ewlehîyê bi cîh bînin da ku berê belavbûna vîrusa koronayê bigirin.

Cejn, ku dawîya meha pîroz ya rojîgirtina Ramazanê ye, dibe ku di herêma Kendavê bikeve roja Şemî yan jî Yekşemê.

Televîzyona dewleta Saudî ji zarê Wezîrê Karên Îslamî Abdullatîf el-Şêx ragihand ku wî ferman daye ku li mizgeftan nimêja cejnê neyê kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di Ramezanê da melayan nimêjên bêmirov li her du mizgeftên pîroz yên Mekkê û Medîneyê li dar xistibûn.

Li Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, ofîsa medyayî ya hikûmeta Dubai li ser Twitterê ragihand ku mizgeft dê girtî bimînin.

Ofîsê ser hîn biryarên pêşgir bîragiştî agahdar kir ku divê di vê cejnê de serdana malbatan neyên kirin û dîyarî yan jî dirav ji zarokan re neyên dayîn.

XS
SM
MD
LG