Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aung San Sû Çî Serdana Dengê Amerîka Dike


Di çarçova serdana xwe de bo Amerîkayê, çalakvan û parlamentera Burmayê Aung San Sû Çî roja Sêşemê serdana ofîsan Dengê Amerîka li Washington kir.

Li dema serdana xwe bo paytextê, Sû Çî xelata zêrîn ya Kongresê werdigire û bi wezîra derve Hillary Clinton re kom dibe.

Sû Çî, ku wergira xelata Nobel e, herwiha serdana wîlayetên California, New York û Indiana dike.

Rewşa welatê Burma ber bi başîyê diçe piştî li sala bihurî hikûmeteke sivîl desthilat gire destê xwe.

Bi sedan girtîyên sîyasî, di nav de Aung San Su Çî, hatin azadkirin.

Piştî bin destîya di malê de bo dema 20 salan, Su Çî wek endama parlamenê hat hilbijartin.
XS
SM
MD
LG