Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 17 Îranîyan bi Sûcên Ewlekarîya 'Sayber'ê Tawanbar Dike

Avahiyê Wezareta Dadê (DOJ) li Washington D.C.
Avahiyê Wezareta Dadê (DOJ) li Washington D.C.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê ya Amerîkayê, 17 kesên Îranî bi tometên dizîna datayên zanistî û milkê hizrî ji bo berjewendiyên Spayê Pasdarên Îranê û dezgehên din ên Îranê hatine tometbar kirin.

Li gorî daxuyaniyê, hakkerên girêdayî 'Înstîtuya Mabna' bi sedan zanîngeh, kompaniya û dezgehên hikûmî li Amerîka û welatên din kirine armanc.

Li gor daxuamiyê, armanca wan dizîna lêkolînên zanistî, daneyên akademîk, milkê hizrî û e-maîlên karmendan bûye.

Înstîtuya Mabna, ku di sala 2013an de hatiye damezrandin, bi kêmanî 144 zanîngehên Amerîkî, 178 zanîngehên biyanî, 42 kompaniyên taybet ên Amerîkî, 11 kompaniyên biyanî û çend dezgehên hikûmetê aramnc girtine.

Li gorî Wezareta Dadê, hakkeran bi kêmanî 31 terabyte (Tirabite) daneyên akademîk û milkê hizrî dizîye.

Wezaretê got ku 9 ji wan 17 kesan berê, di Adara 2018an de, tometbar hatibûn dîtin û niha tometên nû li dijî wan hatine zêdekirin. Dosya niha li ber dadwerê Amerîkî James M. McDonald

Berpirsên Amerîkî gotin ku Washington dê şopandina kesên li pişt êrîşên ewlehîya sayber bidomîne û wan, eger ku ew li ku derê cîhanê bin, dê wan bîne ber dadgehê.

Bret Lezerman, alîkarê rêveberê FBI yê beşa sayber jî got ku derbasbûna demê dê rê li ber FBI negire ku hakkerên ku berjewendiyên Amerîka û hevalbendên wê dikin aramnc wan bigire, û dadgeh bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG