Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha bilind ya Brîtanya Destûr Neda Shamima Begum ji Sûrîyê Vegere


Shamima Begum
Shamima Begum

Dadgeha bilind ya Brîtanya îro Duşemê serdana Shamima Begum ya bi armanca bikaribe ji Sûrîyê vegere Brîtanya da ku dijî betalkirina hemwelatîbûna xwe serdana dadmendî bike, red kir.

Dadgehê got ku divê destûr neyê dayîn ku Shamima Begum vegere Brîtanya jiber ku ew xeterîyeke ewlehîyê çêdike.

Jina bi navê Shamima Begum ku li Brîtanya ji dayik bûye, dema xwendakerê dibistanê bûye çûye Sûrîyê da ku beşdarî rexisitna Dewleta Îslamî (DAÎŞ) bibe.

Begum, ku ji dêûbavên Bangladeşî çêbû, di 2015'an de dema ku ew 15 salî bû ji London derket û bi du hevalên xwe yên ji dibistanê re, ji ser Tirkîyê re çû Sûrîyê Herwiha Begum niha 21 salî ye.

Li Sûrîyê, Begum bi çekdarekî DAÎŞ'ê re zewicî û jîyana xwe bo 4 salan li Reqa, paytexta xîlafeta DAÎŞ'ê domand û piştre li kampeke desteserkirinê de hat tespît kirin. 3 zarokên wê çêbûne l ê piştre hemî jîyanên xwe ji dest dane.

Wezîra navxweyî ya Brîtanya hemwelatîbûna Begumê ya Brîtanî betal kir. Lê, di Tîrmehê de, Dadgeha Temyîzê bi yekdengî pejirand ku Begum, tenê dikare serdaneke dadmendî û bibandor ya dijî wê biryarê heke heke destûr were dayîn ku ew vegere Brîtanya, bike.

Bi armanca pûçkirina serdana Begum, James Eadie, parêzerê hikûmeta Brîtanî, ji Dadgeha Bilind re ragihand ku sazîyên îstixbaratê gîheştine encamê ku kesên ku di nava DAÎŞ'ê de manin, jibo ewlehîya neteweyî xeterîyeke cidî ne.

"Nirxandina dadgehê, da berçavan ku Begum niha tehdîtek e, û hevdem betalkirina hemwelatîbûna Begum ya Brîtanî mafdardar û reva kir. Herwiha bi vê yekê di peyvajoya vegera Begum ya Brîtanyayê de astengiyên cidî yên pratîkî û qanûnî bi sedemên ewlehîya neteweyî hat danîn,” Eadie got.

Doza Begum li Brîtanya bûye mijareke nîqaşek germ. Hinek kes dibêjin ku wê bi tevlîbûna DAÎŞ'ê dev ji mafê xwe yê hemwelatîbûnê berda ye, ji alîyeke din de, hinek kes jî dibêjin ku bila Begum bê dewlet nemîne lê bila ew li Brîtanya were darizandin.

Rûniştina Dadgeha Bilind bo du rojan didome û ewê biryar rojek piştre were dayîn.

XS
SM
MD
LG