Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Salih Cefer: Çareserîyeke Sîyasî jibo Sûrîyê Rêya Herî Baş e


Neteweyên Yekbûyî dibêje, heta niha nêzîkî 93.000 kes di şerê li Sûrîyê de hatine kuştin. NY hişyarrî dide ku îhtîmal e hejmara rastîn ya qurbanî gelek pirtir bin.

Di tundîya berdewam de bi deh hazaran kes jîyana xwe hinda kirin û bi sed hezaran kes ji neçar man ku cî û warên xwe bihêlin û birevin welatên cîran.

Nivîskar Salih Cefer, di hevpeyvîna Dengê Amerîka de rewşa vî welatî dinirxîne û sîyaseta Kurdan şîrove dike.

Salih Cefer dibêje, şerê li Sûrîyê vê gavê giheştîye qonaxeke ku cîhan hemî xwe bi hevîya çareserîyeke sîyasî ve girê dide. "Çavê her kes li Konferansa Cenevre ye. Hêvîya me ev e ku encameke erênî di wê konferansê de dereve."

Birêz bal dikşîne ser hewlên dawî yên Desteya Bilind û razîbûna xwe dîyar dike. "Gaveke pir girîng e ku Kurd bi nasnameya xwe, di bin navê Desteya Bilind de tev li Konferansa Cenevre bibin."
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:30 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG