Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Schlumberger Wê Serî li Projeyên Nû li Herêma Kurdistana Îraqê Nede


 Dîmeneke qadeke petrolê ya li Herêma Kurdistana Îraqê
Dîmeneke qadeke petrolê ya li Herêma Kurdistana Îraqê

Kompanîya enerjîyê ya Amerîkî Schlumberger ragihand ku ewê bê razîbûna Bexdayê serî li ti îhaleyên pişesazîya petrol û gazê yên Herêma Kurdistana Îraqê nede.

Reutersê ragihand ku kompanî ew biryar bi nameyekê ji wezareta petrolê yê Îraqê re ragihandiye û gotiye ku ewê li gor biryara Dadgeha Bilind ya Îraqê ya meha Sibatê tevbigere.

Dadgeha Bilind ya Îraqêsi biryara xwe de gotibû qanûna petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê dijî qanûna bingehîn ya Îraqê ye.

Dadgehê bi vê biryarê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ferz kir ku ser peymanên derfirotina petrol û gazê Wezareta Petrolê û Sazîya Kontrola Darayî agahdar bike û dahata petrola ku ji herêmê tê derfirotin radestî hikûmeta navendî bike.

Dadgehê herwiha ji karbidestên Hikûmeta Herema Kurdistanê xwest ku daxwazên ser derfirotina nefta xav demûdest radest bikin.

Di nameyê de, ya ku ser navê Schlumberger ji Wezîrê Petrolê Îhsan Abdul Cebbar Îsmaîl re hatiye şandin tê gotin ku kompanî pêbend e ku li gor biryara dadgehê karê xwe bike.

"Bo kiryarên peymanên heyî li Kurdistana Îraqê, wê beşa Schlumberger ya Rojhilata Navîn bo çareserîya bi heman şewazê hemû hewlan bi kar bîne," Di daxuyanîbi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG