Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Scholz: Amerîka û Ewrupa Divê Ser Berpirsîya jibo Ukrayna ji Hev Qut Nebin

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz got ku Amerîka û Ewrupa divê ser mijarên jibo ewlekarîyê ne cudabîr bin.

Scholz piştî civîna li Parîsê ya rêberên Ewrupî dîyar kir ku divê Amerîka û Ewrupa derbarê berpirsîya ser ewlekarîya Ukrayna ji hev veneqetin.

Wî got ku ew ser piştgirîîya jibo Ukrayna danûstandinan didomînin û dîyar kir ku ti kes nikare ti tiştî li Kîevê mecbûr bike.

Civîna rêberên Ewrupî di vê demê de ye ku karbidestên Amerîka û Rûsya hazirîyê dikin ku sibê Sêşemê li Rîyad ya Erebistana Saudî bicivin.

Rêvebirên Washingtonê dîyar dikin ku civîna sibê Sêşemê dewama axaftina Serokê Amerîka Donald Trump û hevtayê wî yê Rûsî Donald Trump e.

Trump hefteya borî bi Putin û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re ser sekinandina şerê li Ukrayna axifîbû.

Serokê Amerîkî dibêje li gor nêrîna wî her du rêber jî dixwazin dawî li şer were.

Zelenskyy dîyar dike ku ew ser civîna li Rîyadê nehatine aghadar kirin û ew lihevkirine ser Ukrayna ya bê Ukraynîyan qebûl nakin.

Jêder: Reuters, AFP

This item is part of
XS
SM
MD
LG