Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Scholz, jiber Gêrkirina Rejîma Esad El-Şaraa Pîroz Kir


Berdevkekî hikûmeta Almanya îro Înê ragihand ku Serokwezîr Olaf Scholz û serokê demkî yê rêvebirîya veguhestinê ya Sûrîyê, Ahmed El-Şaraa bi rêka telefonê axifîne.

Wî berdevkî dîyar kir ku axaftina her du rêberan saetekê dom kiriye.

Li gor ragihandina wî berdevkî Scholz ji El-Şaraa re gotiye Almanya jibo jinûveavakirina Sûrîyê hazir e piştgirî bide.

Berdevkê hikûmeta Almanya bi berdewamî got ku Sholz, El-Şaraa jiber gêrkirina rejîma Beşar Esad pîroz kiriye û gotiye divê hemî Sûrî beşdarî li prosesa nû ya welêt bikin.

Serhildayên Sûrî yên bi rêberîya Heyet Tahrîr El Şam piştî şerê navxweyî yê 13 salan Şam ya paytext bi pêşveçûneke beza Berfanbara 2024’an sitand.

Esad, ku dewletên wek Îran û Rûsya piştgirî didan wî, revîbû Moskowê.

Dewletên Rojavayî bang li rêberên nû yên Sûrîyê dikin ku mafên mirovan biparêzîn û berevanîya komên etnîk û olî yên li kêmahîyê bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG