Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Scholz Wê Serdana Îsraîl û Misirê Bike


Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz sibê Sêşemê wê serdana Îsraîl û Misirê bike.

Scholz dê sibê li Berlînê bi Melikê Urdunê Abdulah re bicive û çaverê ye piştî wê civînê here Îsraîlê.

Balyozê Îsraîlê yê li Almanya Ron Prosor dîyar kir ku Berlîn nîşanên hevkarîyê dide.

Prosor got ku ji şerê Hamas û Îsraîlê vir ve cara pêşî serokwezîrek dê serdana Îsraîlê bike û dîyar kir ku ev yek jibo wan pir girîng e.

Hefteya borî, Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock li Îsraîl û Misirê ser kêmkirina girjîyê danûstandin kirin.

Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverly jî hefteya borî serdana Îsraîlê kir.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî, ku di rojên borî de serdana Îsraîlê kiribû, piştî gera li Rojhilata Navîn îro Duşemê jinûve vegerî Telavîvê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG