Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Scholz Bang li Tirkîyê Kir ku Daxwaza Swêdê ya Endamtîya NATO Bipejirîne


Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz bang li Tirkîyê kir ku daxwaza Swêdê ya jibo endamtîya li NATO bipejirîne.

Scholz, li parlamana Alman got ku ew dixwazin ku Swêdê di hilcivîna pêş ya NATO de, ku dê Tîrmehê de li Lîtvanya li dar keve, wek endama nû ya hevpeymanîyê bibînin.

Endamên NAtO dê 11-12’ê Tîrmehê de li Vilnius ya paytexta Lîtvanya bicivin.

Swêd û Fînlandîya par piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dabûn ku bibin endamên hevpeymanîyê.

Tirkîyê di rojên borî de endamtîya Fînlandîya pejirand, lê ya Swêdê heta niha jî qebûl nekiriye.

Enqere îdia dike ku Swêd jibo komên terorê mazuvanîyê dike û dixwaze ku dijî wan tedbîrên befireh bistîne.

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom do Çarşemê got ku wan hemî berpirsîyên xwe bi cîh anîne û êdî dem hatiye ku Tirkîye endamtîya wan bipejirne.

Di NATO de tevî Fînlandîya 31 endam hene û jibo dewletek were qebûlkirin divê hemî endamên hevpeymanîyê wp bipejirînin.

Jêder: Reuters, AFP, VOA

XS
SM
MD
LG