Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz dîyar kir ku piranîya dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) bi têra xwe alîkarîya çekan nedane Ukrayna.
Scholz bang li hevbendan kir ku dijî dagirkerîya Rûsya pirtir alîkarîyê bidin Kîevê.
Scholz, ser rawestandina alîkarîya leşkerî ya jibo Ukrayna ya ji hêla Kongresa Amerîka ve got ku divê Ewrupa gavekê biavêje.
Scholz li Berlînê soz da ku hikûmeta Almanya heta ku hewce be wê alîkarîya jibo Ukrayna bidomîne, lê dîyar kir ku alîkarîya wan jibo demên dirêj têra Ukrayna nake ku ew berevanîya xwe bike.
Wî got ku piranîya alîkarîya çekan ya dewletên YE’ê ya jibo Ukrayna kêm in û dîyar kir ku divê ew hewildanên xwe yên jibo Kîevê zêdetir bikin.
Serokwezîrê Almanya dîyar kir ku divê YE planên alîkarîyan yên hemî dewletan kontrol bike û got ku tevahîya wan nayên zanîn.
Scholz got ku ew bawer dike ku YE wê 1’ê Sibatê di hilcivînê de paketa alîkarîyê ya 50 mîlyar euroyî ya jibo Ukrayna qebûl bike.
Almanya, piştî Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir, di mehên pêşî de hatibû rexne kirin ku ew kêm piştgirîyê dide Kîevê û rêberîya alîkarîyan nake.
Lê, Almanya niha hem bi çekan hem jî bi diravan yek ji piştgirên herî mezin yên Ukrayna ye.
Berlînê di demên dawî yên sala borî biryar dabû ku alîkarîya jibo Ukrayna di sala 2024’an du car zêde bike û bi nirxê 8 mîlyar euro alkarî bide Kîevê.
Hêjayî balkişandinê ye ku YE meha borî jiber dijberîya Macaristanê alîkarîya jibo Ukrayna nepejirandibû.
Jêder: Reuters