Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Scholz: Îro bo Ewrupa Rojeke Tiptarî Ye


Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, êrîşa Rûsya ya dijî Ukrayna şermezar kir.

Scholz da zanîn ku Rûsya bi awyekî eşkere hiqûqa navneteweyî binpê kiriye.

‘’Îro bo Ukrayna rojeke xirab û bo Ewrupa rojeke tiptarî ye.’’ Scholz got.

Wî da zanîn ku ew serê sibê bi Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky re axifîye û ji wî re dîyar kiriye ku ew ligel Ukrayna ne.

Serokwezîrê Almanya dîyar kir ku ewê NATO, Yekîtîya Ewrupa (YE) û G7 ser bersîva dijî Rûsya danûstandinê bikin.

Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock jî bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku ew tevgera leşkerî ya dijî Ukrayna şermezar dikin.

Baerbock got Rûsya hiqûqa sereke ya sîstema navneteweyî binpê dike û da zanîn ku ew ligel Ukrayna ne.

XS
SM
MD
LG