Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Scholz Dibêje Gelek Welat Dixwazin Swêd û Fînlandîya Bibin Endamên NATO


UKRAINE-CRISIS/G7
UKRAINE-CRISIS/G7

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz got ew bawer dike ku ewê Swêd û Fînlandîya bi awayekî serketî beşdarî NATO bibin.

Scholz dîyar kir ku Almanya bo Swêd û Fînlandîya bibin endamên NATO çi ji dest hatiye, kiriye.

Wî da zanîn ku wan bi awayekî xweş pêşwazîya Swêd û Fînlandîya kiriye ku xwestine bibin endamên NATO.

Serokwezîrê Almanya da zanîn ku ew bawer dike ku gelek welatên din jî dixwazin Swêd û Fînlandîya tevlî NATO bibin.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir û ji wê çaxê vir ve Swêd û Fînlandînya danûstandinên bo endamtîya NATO zêdetir kirine.

Bo welatên nû beşdarî NATO bibin divê 30 dewletên endam bi yekdengî wan bipejirînin.

XS
SM
MD
LG