Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Scholz û Putin Wê li Kremlînê Bicivin


Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz piştî hevdîtinên li Ukrayna îro Sêşemê serdana Moskowê dike.

Scholz dê li Kremlînê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re bicive.

Bi serokwezîrîya xwe, Scholz cara pêşî serdana Moskowê dike û çaverê ye ew û Putin ji peywendîyên Almanya û Rûsya zêdetir ser girjîya Ukrayna biaxifin.

Scholz di serdana Kîevê de dîyar kiribû ku ewê bo bi Putin re ser kêmkirina girjîyê biaxife û gotibû ku nayê qebûl kirin ku Rûsya li nêzî sînorê Ukrayna bi deh hezaran leşkaran bicivîne.

Serokwezîrê Almanya dibêje ger Rûsya, Ukrayna dagir bike ewê Yekîtîya Ewrupa (YE) û Amerîka bi tundî bersîvê bidin.

Amerîka û welatên Ewrupî dibêjin ku Rûsya hazirîya dagirkirina Ukrayna dike, lê Moskow wan îdiayan red dike.

XS
SM
MD
LG