Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz îro Pêncşemê di serdana xwe ya li Atîna de dîyar kir ku Yunanistan û Tirkîye wê hemû pirsgirêkên xwe yên tekildarî rojhilata Derya Sipî bi rêya dîyalogê çareser bikin.
Olaf Scholz îro di preskonferanseke hevbeş de ligel Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis ev daxuyanî da.
"Pêwendiyên cîrantiya baş, wek nimûne, bi Tirkiyê re, ne tenê ji bo her du welatan, jibo tevahîya Ewrupa û hevdem bo têkiliyên trans-Atlantîk girîng in," Scholz got.
Hejayê gotinê ye ku di navbera Yunanistan û Tirkîyê de bi dehsalan e li ser gelek mijaran pirsgirêk hene, tevî sînor û serwerîya qadên deryayî û esmanî,firînên ji ser Derya Egeyê û heriwha rewşa Qibrisa ku bi etnîkî parçebûyî jî.