Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Scholz Dibêje Ewê Firokên Şer Neşînin Ukrayna


Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz dîyar kir ku ewê firokên şer nedin Ukrayna.

Scholz da zanîn ku wan xêncî alîkarîya mirovî çek jî dane Ukrayna, lê got ewê firokên şer nedin wî welatî.

‘’Divê em rind bifikirin ka em dikarin bi awayekî berçav wekî din çi bikin. Firokên şer bi ti awayî ne di nav de ye.’’ Scholz got.

Wî bang li Serokê Rûsya Vladimir Putin kir ku leşkerên Rûs ji Ukrayna vekişîne û herikîna xwînê rawestîne.

Scholz da zanîn ku jiber êrîşan rewiş bo Ukraynîyan xirab bûye û dîyar kir ku gelê Rûs jî jiber cengê êşê dikişîne.

XS
SM
MD
LG