Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Scholz Dibêje Ewê Sîstema Berevanîyê Bidin Ukrayna

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz
Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Almanya wê hin sîstemên berevanîyê bide Ukrayna.

Reutersê ew agahî ji zarê Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz ragihand.

Scholz, piştî rikeberîya Almanya jî xwest ku ew lezekê bidin piştgirîya bo Ukrayna, dîyar kir ku ewê sîstema berevanîyê ya IRIS-T bidin Ukrayna.

Sîstema IRIS-T ji erdê ber bi esmên berevanîyê dike.

Serokwezîrê Almanya dîyar kir ku ew ji destpêka şer vir ve bê ku rawestin alîkarîya Ukrayna dikin.

Scholz da zanîn ku wan heta niha pirtir ji 15 mîlyon kelûpelên leşkerî, 100,000 bombeyên destan û 5000 mayînên tankşikên dane Ukrayna.

Wî dîyar kir ku sîstema wan ya berevanîyê ya herî pêşketî IRIS-T ye û got hikûmetê biryar daye ku wê sistemê bide Kîevê.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Welatên Rojava kiryarên Rûsya yên li Ukrayna wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê piştgirîya Kîevê dikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG