Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Schumer: Xala Împîçkirina Trump Roja Duşemê Digiheje Civata Senatoran


Rêberê nû yê Piranîya li Civata Senatoran ya Amerîka, Chuck Schumer got ku xala sedema împîçkirina Trump ya di Civata Nûneran de wê roja Duşemê bigiheje destê wan.

Schumer ê Demokrat got ku Duşemê bi wergirtina xala ji Civata Nûneran wê peyvajoya rûniştina dadgehkirina serokê berê Trump destpê bike.

"Ez bi Seroka Civata Nûneran Pelosi re peyîvîm. Wê ji min re got ku xala împîçkirinê dê roja Duşemê bigiheje Civata Senatoran.”

Rêberê Kêmanîya Komarî pêşnîyar kiribû ku darizandin heta meha Sîbatê were paşxistin da ku tîma qanûnî ya Trump bikaribe hazirîya xwe bike.

Qanûna Bingehîn ya Amerîka dibêje ku dadgehkirin paşnîvroya bi giheştina xala împiçkirinê ji Civata Nûneran destpê dike.

XS
SM
MD
LG