Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bessent Berî Civîna Trump û Xi Serdana Japonê û Korya Başûr Dike

Scott Bessent Wezîrê Xezîneya Amerîkayê
Scott Bessent Wezîrê Xezîneya Amerîkayê

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê di rêveberîya serok Donald Trump de ragihand ku berî civîna “dîrokî” ya di navbera Trump û Serokê Çînê Xi Jinping de, dê di hefteya bê de serdaneke kurt li Japoniya û Korya Başûr pêk bîne.

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scoot Bessent, di hesaba xwe ya X'ê de peyamek ser serdana xwe weşand û behsa plansazîya xwe ya serdana herdu welatan kir.

Wî got ku roja Duşemê ewê rêwîtîya xwe ya ber bi Japon û Korya Başûr bide destpêkirin, roja Sêşemê li Tokyo bi Serokwezîra Japonê Sanae Takaichi, Wezîra Darayî Satsuki Katayama û nûnerên saziyên hikûmetê civînên taybet encam bide.

"Di van civînan de têkilî û hevkariya aborî ya di navbera Amerîka û Japonê de bihê gotûbêjkirin," Wî got.

Bessent eşkere kir ku "Roja Çarşemê jî ew ê li Seoul bi Cîgirê Serokwezîrê Çînê He Lifeng kom bibe, paşê ber bi pekîn ve dikev in rê, ji bo Komcivîna bilind a di navbera Trump û Xi de."

Bessent di daxuyanîyê de got "ewlehîya aborî beşeke ji ewlehîya neteweyî," ez ê, zincîreyek civîn û çalakîyên berhemdar pêşwext pêk bînim û armanc ji van civînan ew e ku acêndaya aborî ya serok Trump ya li bi drûşmeya "Pêşî Amerîka" ya Trump were pêşxistin.

Ji hejî gotinê ye ku serok Donald Trump û Xi Jinping dê di 14 û 15ê Gulanê 2026’an de li Pekînê civîneke di asta bilind de pêk bînin. Ev dê yekem serdana Trump be bo Çînê ji sala 2017’an vir ve.

Mijarên sereke yên ku di di hevdîtina herdu rêberan de cî bigirin pirsên weke: şerê li dijî Îranê, azadîya bazirganî li Tengava Hormuz, pirsgirêkên bi Taiwan ê re û jîrîya destkird (AI) û mijarên din werin gotûbêj kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG