Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent roja Pênşemê 10ê Îlonê got ku rêveberiya Trump dê roja Duşemê wekî beşek ji zexta aborî ya li ser Îranê cezayan li ser bankek mezin ferz bike.
Bessent got ku ew ê navê bankê an welatê ku ew lê ye nede, lê got ku ev gav di destpêkê de ji bo roja Înê hatibû plankirin, lê ji ber salvegera 25'an a êrîşên 11'ê Îlonê ji bo Duşemê hate paşxistin.
Washington dê zexta aborî li ser Îranê berdewam bike heya ku welat û şîrket dev ji karsazî û karên ku di berjewendîya Komara Îslamî dikin, berdin," wî got, û hişyarî da wan şîrketên ku têkilîyên xwe bi Îranê re berdewam dikin û karsaziyê bi wê re bikin, wî got xeterîya rûbirûbûna bi cezayên Amerîkayê li ser wan komanî û alîyan heye.
Bessent her wiha got ku rêveberiya Trump meha borî wekî beşek ji "Operasyona Îzoleya Aborî" cezayên li ser nêzîkî 60 kes, sazî û keştîyên bi Îranê ve girêdayî zêde kir û çarçoveya cezayên duyemîn li ser şîrketên ku bi Îranê re karsaziyê dikin berfireh kir.