Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Daxwaza Tevlêbûna BRICSê Dike

Îran, ku xwediya duyemîn yedekên gazê yên cîhanê ye, daxwaza tevlîbûna koma BRICS ya Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr kir ku Beijin û Mosko wekî alternatîveka bazarê ya bihêz li hember rojava destnîşan dikin.

Têgeha BRIC di sala 2001an de ji hêla Jim O Neill ve, aborînasê Goldman Sachs, hate danîn ji bo danasîna berzbûna Brezîl, Rûsya, Hindistan û Çînê. Hêzên BRIC di sala 2009an de li Rûsyayê yekemîn civîna xwe pêk anî. Afrîkaya Başûr di sala 2010 de tevlî bû.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê got, endambûna Îranê di koma BRICSê de "dê ji bo her du aliyan nirxeke zêde encam bibe".

Rûsyayê da zanîn ku Argentîn jî ji bo tevlîbûnê serlêdan kiriye.

Rûsya van serlêdanan wekî belge nîşan da ku Rojava bi pêşengiya Amerîkayê piştî şerê Ukraynayê têk çûye ku Moskoyê bi tenê bihêle.

Peyvdara wezareta derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got, "Dema ku Koşka Spî li ser tiştên din ên li cîhanê difikirîn qedexe bikin an xera bikin, Argentîn û Îranê serlêdana tevlêbûna BRICS kirin."

Karbidestên Argentînî ji bo şîroveyek bilez nehatin gihîştin lê Serok Alberto Fernandez, ku niha li Ewropayê ye, di rojên dawî de daxwaza xwe dubare kir ku Argentîn beşdarî BRICS bibe.

Çîn di koma BRICSê de xwedan aboriya herî mezin e, ku 70% ji hêza aborî ya komê ku 27.5 trîlyon dolar digire. Li gorî daneyên IMF, Hindistan bi qasî 13%, digel Rûsya û Brezîlê her yek ji sedî 7% digire.

BRICS ji sedî 40ê nifûsa cîhanê û ji sedî 26ê aboriya cîhanê pêk tîne.

Çavkanî: Reuters

This item is part of
XS
SM
MD
LG