Serokê Amerîka Joe Biden rakirina bacan ji ser kelûpelên cûrbecûr yên Çînî dide ber çavan da ku înflasyonê rawestîne, lê dibe ku beriya civîna hefteya pêş ya koma heft hêzên mezin ên aborî G7 biryarek neyê dayîn, kesên ku li dor mijarê agahdar in got.
Berpirsên Koşka Spî roja Înê bi Biden re bijarên kêmkirina hin erkên cezakirinê yên serokê berê Donald Trump li ser Çînê gotûbêj kirin, li gor sê çavkaniyan.
Wan got biryar li dor pîvanên gavên dawî hîn nehatiye dayîn.
Çavkaniyan got rawêjkarên Biden li bacên serdema Trump ên bi nirxa sedan mîlyar dolar li ser kelûpelên Çînî dinerin, ku gelekan ji wan wek nirxeke stratejîk ya kêm dibînin.
Peyvdarekî Koşka Spî got ku armanc ew e bac bi pêşanên aborî û stratejîk ên Amerîka re hevaheng bin, berjewendîyên karkeran û pîşesaziyên girîng biparêzin, di heman demê de “pêwîst nake lêçûnan li ser Amerîkîyan zêde bikin."
Piştî hefteyekê ji nîqaşên tund di navbera alîkarên sereke yên li ser vê mijarê de, Biden dixwaze tevgerek bilez li dor mijara bacan bike, da ku înflasyonê kêm bike, berî hilbijartinên nîvdem ên 8ê Mijdarê ji bo kontrolkirina Kongrêsê. Li gor du çavkaniyan.
Serok roja Şemiyê ji rojnamevanan re gotibû ku ew di prosesa biryardanê de ye.
Çavkanî: Reuters