Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li Sûrîyê Rêberekî Cîhadî Kuşt

Artêşa Amerîkî û grûpeke çavdêriyê li Sûriyê got Amerîka di êrîşa bi dronekê de li bakurê rojavayê Sûrîyê serkirdeyekî Yemenî yê girûpeke cîhadî ya xwecihî ya girêdayî El-Qaîde kuşt.

Êrîşa roja Duşemê berî nîvê şevê li ser aliyê rojhilata bajarê Idlibê hat kirin, û kesekî ku weke serkirdeyekî gurûpa Huras el-Dîn tê binavkirin kir armanc.

"Ebû Hemze el Yemenî bi tena serê xwe bi motorsîklekê diçû di dema êrîşê de," Fermandarîya Navendî ya Amerîkî di daxuyaniyekê de got, û anî ziman ku "pêdaçûna destpêkê diyar dike ku ti ziyanên canî yên din nebûn".

Amerîka "gelekî bawer e" ku êrîşa bi dronê Ebû Hemze el-Yemenî kuşt, karbidestekî Amerîkî ku agahdarê operasyonê bû ji CNN re got, ku nexwest navê xwe eşkere bike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye û toreke peyamnêran li Sûriyê heye roja Sêşemê piştrast kir ku Yemenî di êrîşê de hatiye kuştin.

Êrîşa Duşemê duyemîn operasyona Amerîkî bû ku di Hezîranê de cîhadîyekî payebilind li Sûrîyê armanc digre.

Hêzên Amerîkî di 16ê Hezîranê de li parêzgeha Helebê, serkirdeyekî Dewleta Îslamî (DAIŞ) Hanî Ehmed El Kurdî girt.

Her wiha wan serkirdeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm Haşimî el-Qurayşî di operasyonekê de li parêzgeha Idlibê, di 3ê Şibatê de kuşt.

Hurras el-Dîn komeke çekdar a piçûk lê bi hêz e ku ji aliyê alîgirên El-Qaîde ve tê birêvebirin.

Tê texmînkirin ku 2,000 heta 2,500 çekdar li Sûrîya di bin destê serhildayan de hene, li gorî Neteweyên Yekbûyî.

Çavkanî: AFP

This item is part of
XS
SM
MD
LG