Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSDê: Asayîkirina Peywendîyan bi Rejîma Sûrî re Divê Bêmerc Nebe


Serokê ofîsa têkilîyên MSDê Hesen Mihemed Elî
Serokê ofîsa têkilîyên MSDê Hesen Mihemed Elî

Serkirdeyekî Meclîsa Sûrîya Demokratîk(MSD) ragihand ku wan name ji çend welatên Ereb re şandine, ku asayîkirina peywendîyan ligel rejîma Sûrî bêmerc nebe û bikeve xizmeta çareserîya pirsgirêkan li hemû Sûrîyê.

Wezîrên derve yên 9 welatên Ereb (her şeş welatên kendavê, Misir, Urdon û Îraq) doh li bajarê Ceda yê Siûdîyê civîyan.

Wezareta derve ya Siûdîyê di daxuyanîyekê de ragihjand ku welatên di civînê de beşdar tekezî li ser rola Erebî ya pêşeng jibo çareserîya sîyasî ji kirîza Sûrîyê kirine.

Serokê ofîsa têkilîyan di MSDê de Hesen Mihemed Elî, di hevpeyvîneke taybet bi Dengê Amerîka re ev livîna diplomasî nirxand.

Mihemd Elî dîyar kir ku welatên Ereb dixwazin hevsengîyeke nû li qada Sûrî çêkin: “Bi aktîvkirina rola xwe li Sûrîyê welatên Ereb dixwazin dosya Sûrî vegerînin destê xwe, ku rê li ber firehbûna Îranê bigrin, herwiha nehêlin Sûrîyê careke din bikeve hembêza Tirkîyê”.

Mihemd Elî herwiha helwesta MSDê û Rêvebirîya Xweser ragihand ku ew ne li dijî asayîkirina peywendîyên welatên Ereb ligel Sûrîyê ne, lê divê ev yek bêmerc nebe û bi rejîma Sûrî tenê re jî nebe.

“Asayîkirina peywendîyan divê hemû cografîya Sûrî berçav bigre, ku gelek herêm derve kontrola rejîmê ne, herwiha ne li ser hesabê berjewndîyên gelê Sûrî be, ku ev pêngav bibe alîkar jibo pêkanîna biryara 2254 ya Konseya Ewlekarîyê”.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku endamtîya Sûrîyê di komkara Erebî de ji dawîya sala 2011an de hatibû rawestandin, herwiha piranîya welatên Ereb rejîma Sûrî boykot kiribûn û asta peywendîyan nizim kiribûn.

Piştî 12 salan ji qutbûna têkilîyên diplomasî, wezîrê derve yê Sûrî Feysel El-Miqdad roja çarşemê serdana Siûdîyê kiribû û ligel hevtayê xwe Siûdî Feysel Bin Ferhan civiya bû, berî vê civîna Sûrî – Siûdî, El-Miqdad serdana Misir jî kiribû.

Wezîrê derve yê Siûdî berî serdanê bal kişandibû ser vegera rejîma Sûrî ya Komkara Erebî, herwiha egera vexwendina wê jibo lûtkeya Erebî ku di meha bê de li Siûdîyê tê lidar xisitn.

Li gor agahîyan, ji bilî Qeter, Kuweyt û Mexrib, hemû welatên Ereb ji asayîkirina peywendîyan ligel Şamê razî ne.

Li ser vê vebûna erebî bi ser Şamê de, serkirdeyê MSDê dîyar kir ku: “Jiber girîngîya geopolîtîk ya Sûrîyê welatên Ereb dixwazin di qonaxa nûavakirinê de cih bigrin, loma piştî hevrikîya leşkerî ew niha giranîyê didin mijarên sîyasî û piştevanîya mirovî”.

Mihemd Elî got ku welatên Ereb û Tirkîyê jibo nêzîkbûna bi rejîmê re di hevrikîyê de ne, ku rejîmê jî sûd ji vê yekê girtiye.

Di rojên 3 û 4ê meha Nîsanê de li Mosko bi çavdêrîya Rûsya û bi amadebûna Îranê, cîgirên wezîrên derve yên Sûrî û Tirkî li hev rûniştibûn.

Herwiha di dawîya sal par de wezîrên berevanîyê û berpirsên îstixbaratên Tirkîyê û rejîmê li Mosko civiyabûn.

Li ser nêzîkbûna Şam û Enqereyê Mihemd Elî got ku Tikrîyê dixwaze dagîrkerîya xwe li bakurê Sûrîyê rewa bike, ku berê rêkeftina Edena di navbera wan de hebû, ku Tikrîyê niha dîsa dixwaze bi rêya rejîmê êrîşên xwe li dijî Kurdan nû û rewa bike.

Serkirdeyê MSDê helwesta xwe wiha şîrove kir: “Em dibînin ku nêzîkbûna rejîma Sûrî û Tirkîyê li dijî Rêveberîya Xweser e, loma ew tu çareserîyê peyda neke, berûvajî dê alozîyê kûrtir bike, herwiha qebûlkirina rejîmê bi vê yekê di dema ku Tirkîyê axa Sûrî dagîr dike, tê wateya şikandina serwerîya vî welatî”.

Li gor raportan rejîma Sûrî du merc li hember vegera peywendîyan bi Enqereyê re danîbûn, ew jî vekişîna artêşa Tirk ji Sûrîyê û rawestandina piştîgirîya wê ji komên çekdar re.

Lê tevî redkirina Tirkîyê ji van mercên Şamê re, wezîrê derve yê Rûsî Sergey Lavrov dabû zanîn ku, di destpêka meha bê de civîneke çaralî li ser asta wezîrên derve yên Rûsî, Îranî, Tirkî û rejîm pêk tê.

Derbarê armancên Rûsî ji nêzîkirina Şam û Enqereyê Mihemd Elî wiha got: “Rûsya bi vê pêvajoyê dixwaze koalisyona navdewletî li bakur rojhilata Sûrîyê dorpêç bike, herwiha jibo rejîmê fişarê li ser Rêvebirîya Xweser bika da ku hin qezencan bi dest bixe”.

Hêjayî gotinê ye bi destpêka şerê li Sûrîyê re têkilîyên Sûrî bi Tirkîyê re têk çûbûn, piştî ku Enqerê piştgirî rasterast daye opozisyonê û komên çekdar, herwiha pirtir ji 10 hezar kîlometeyên çarkoçe li bakurê Sûrîyê dagîr kirine, ku Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî di nav de ne.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:27 0:00

XS
SM
MD
LG