Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Dibêje di Êrîşên Dawî yên Tirkîyê de 9 Şervanên Wê Canên Xwe ji Dest Dan


Wêneyeke ji merasîma oxirkirina şervanên HSD'ê (Arşîv)
Wêneyeke ji merasîma oxirkirina şervanên HSD'ê (Arşîv)

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Înê bi daxuyanîyeke nivîskî nasnameyên 9 şervanên wê eşkere kirin ku di êrîşên Tirkîyê de canên xwe ji dest dane.

HSD di daxuyanîya xwe de dibêje ku dewleta Tirk bi wan êrîşan hewil dide ku DAIŞʹê careke din bi rêxistin bike.

“Êrîşa bi firokên şerker ya ser kampa Holê, ku bi hezaran endam û malbatên DAIŞʹê li wir dimînin, peywendîya navbera Tirkîyê û rêxistina terorîst nîşan dide.”

HSD’ê ragihand ku 8 şervanên ku di êrîşa esmanî ya Tirkîyê ya ser kampa Holê de jîyanên xwe hinda kirine ev in: Hisên Emed Dawûd, Xelîl Elî Hemîd El Cilêb, Seyfedîn Mihemed Silêman, Ebdulcelîl Beha Mihemed, Etîyê Uweyd Dewas, Fehed Racid Hedmûl, Mahir Hewas Muhsin, Newaf Fewaz Xelîl.

HSD’ê herwiha da zanîn ku şervanê wê yê bi navê Mihemed Elî Hisên jî di êrîşa li Zirganê cane xwe ji dest da.

Hêjayî bîrxistinê ye ew şeş roj in ku hêzên Tirkîyê ji erd û esman êrîş dibin ser herêmên bin kontrola Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê û Serokê Tirkîyê Erdogan gefan dike ku ewê dest bi operasyoneke bejeyî bikin.

XS
SM
MD
LG