Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Dibêje Ewê Daxwazên Eşîrên Erebî bi Cîh Bîne


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Amerîka piştgirîya wê dike, ragihand ku ewê girjîya li rojhilata Sûrîyê daxe û daxwazên eşîrên Erebî bi cîh bîne.

Şervanên eşîrên Ereb hefteya borî li hember HSD’ê serî rakirin û di pevçûnan de bi dehan kes hatin kuştin.

Hêzên bi rêberîya Kurdan bi piştgirîya Amerîka 4 salên berê Dewleta Îslamî (DAIŞ) têk birin û ji wê çaxê vir ve cara pêşî serîrarakine wisa çêbû.

Bi serîrakirinê re fikar çêbûne Serokomarê Sûrîyê Beşar Esad û DAIŞ li herêmê jinûve xurt bibe.

Fermanarê HSD’ê Mazlum Abdî ji Reutersê re dîyar kir ku ew bi rêberên eşîrên Ereban re axifîye.

Abdî got ku bi dehan kesên serî hildane û hatine girtin dê werin berdan.

‘’Me biryar daye ku jibo wan kesên tevlî wan bûyeran bûne efûyeke giştî ragihînin’’

Wî got ku wan nîvê girtîyan berdaye û ewê nîvê din jî berdin.

Abdî got ku ewê di rojên pêş de bi rêberên eşîrên Ereb û nûnerên din yên Dêrezorê re civînekê li dar xin.

Fermandarê HSD’ê got ku li qadê hin valahî hene û hin şaşî çêbûne.

Wî dîyar kir ku HSD jibo hemî rexneyan vekirî ye, got ku ew dê çareserîyan bibînin, lê dîyar kir ku ew dê ji herêmê venekişin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG