Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Berpirsekî Aborî yê DAIŞ'ê Girt


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) roja Yekşemê ragihand ku yekîneyek wan ya taybet berpirsekî aborî yê rêxistina terorsît ya DAIŞ'ê girtîye.

Li gor HSD'ê, DAIŞ'yê bi navê Mihemed Ehmed Kerz berpirsê peydakirin û gîhandina pereyan ji bo trên veşartî yên DAIŞ'ê li deverên bakur û rojhilata Sûrîyê bû.

Herwiha gîhandina alîkarîyên diravî bû bo malbatên DAIŞ'ê yên li kampa Holê dimînin.

HSD'ê dîyar kir ku Kerz li xwe mikur hat ku wî pere ji hin alîyan di nav axa Tirkîyê û herêma Idlibê li bakurê rojavaya Sûrîyê werdigrit û piştre li şaneyên terorîstên DAIŞ'ê belav dikir.

Kerz ji bajarokê Babê yê girêdayî Helebê ye û li bajarê Reqayê bi cîh bûbû, li gor daxuyanîya HSD'ê.

Kerz herwiha mikur hat ku li bajarê Reqayê şaneyeke taybet ji bo danheva zekatê û gihandina pereyên komkirî bo şaneyên DAIŞ'ê li deverên din hebû.

Navborî bombeyek li ber dikanekê li Reqayê danîbû bi mebesta ku piştre were teqandin, HSD'ê neheşt ku ev yek here serî û di operasyoneke pêşwext de ji alîyê yekîneyên taybet ve ew kes hate girtin.

Li alîyekî din, Hêzên Ewlekarîya Hundirîn yên bakur û rojhilata Sûrîyê di daxuyanîyekê de eşkere kir ku hêzên wan ligel HSD'ê ji dema êrîşa DAIŞ'ê ser zindana Giwêran ya li Hesekê heta roja Yekşemê ve 17 çekdarên DAIŞ'ê li deverên Dêrazorê û Reqayê girtine.

Raporta Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:52 0:00
XS
SM
MD
LG