Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Dibêje li Rojhilata Sûrîyê bi Dehan Çekdarên DAIŞ'ê Hatin Girtin


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Pêncşemê ragihand ku wê di encama operasyonan de li rojhilata Sûrîyê fermanderekî Dewleta Îslamî (DAIŞ) girtiye.

HSD dîyar kir ku wî fermandarî wek emîrê koma tundrê yê li Reqa kar dikir.

Li gor ragihandina HSD’ê, di operasyona dijî torên veşartî yên DAIŞ’ê de, 68 çekdar hatine giritn.

Operasyona HSD’ê vê hefteyê wek bersîvdana erîşa dawî ya DAIŞ’ê, ku pê li Reqa 6 şervanên Kurd hatibûn kuştin, destpê kir.

Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî dîyar kir ku delîl raber dikin ku DAIŞ hazirîya êrîşên cidî dike.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihandibû ku DAIŞ di êrîşa meha Kanûnê de armanc kiriye ku bigihîje girtîgehekê ku têde bi qasî 200 çekdar hene.

Temamê axa DAIŞ’ê ya li Îraq û Sûrîyê di sala 2019’an de ji destê wê hat derxistin.

Lê, DAIŞ heta niha jî bi çekdarên xwe yên veşartî êrîşên xwe didomîne û gelek Îraqî û Sûrî kuştine.

Şervanên Kurd yên li Sûrîyê piştgirîya hêzên Amerîkî operasyonan dibin ser çekdarên veşartî yên DAIŞ’ê.

HSD’ê ragihand ku navê fermandarê DAIŞ’ê yê hatiye girtin Atallah el-Meythan e û ew li xwe mikur hatiye ku wan bo êrîşên terorîst ji niştecihên devera Reqa pere kom kirine.

Berdevkê HSD’ê Ferhad Şamî ji AP’ê re dîyar kir ku nêzîkî 5,000 şervanên Kurd li 80 cîhan beşdarî operasyonan bûne.

Şamî ragihand ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka jî piştgirîya esmanî û keşfê û agahîyên komkirî dane şervanên Kurd.

Fermandarî Navendî ya Amerîkî dîyar kir ku sala borî 215 çekdarên DAIŞ’ê hatine girtin û li Sûrîyê 215 çekdarên wê komê hatine kuştin. Li Sûrîyê nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî hene.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG