Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD jibo Lêpirsînkirina Êrîşa Minbîcê ji Rêvebirîya Şamê re Alîkarî Pêşnîyar Dike


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Duşemê bi daxuyanîyekî nivîskî êrîşa li Minbîcê şermezar kir, ku bi otombîleke bombebarkirî hatiye kirin.

Di êrîşê de herî kêm 21 sivîl hatibûn kuştin ku piranîya wan jin bûn.

HSD êrîşa li Minbîcê wek êrîşekê terorê bi nav kir û jiber tundîya giştî ya li herema Minbîcê komên çekdar ku Tirkîye piştgirîya wan dike tawanbar kir.

“Em wek Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bombekirina terorê ya îro serê sibê li Minbîcê rû da, şermezar dikin. Em careke din destnîşan dikin ku karanîna teqemenîyan, şerê navxweyî, teror, kaos û azirandina bo seribûnêyê taktîkên bingehîn yên komên çete yên girêdayê Tirkîyê ne.“

Seroktîya Sûrîyê di daxuyanîyekê de kuştina 20 sivîlan di êrîşa îro ya li Minbîcê ku wek “bombebarana terorîstên xayîn“ ragihand û soza cezakirina kesên li pişt êrîşê da.

Êrîşa ku komek karkerên çadininîyê yê jin li Minbîcê kir armanc li ser ewlehîya herêmê bû sedema nerazîbûn û fîkaran.

Tevî ku heya niha ti komê berpirsîya êrîşa kujer ranegihandîye jî, HSD bal dikşîne ser komên girêdayê Tirkîyê li herema Minbîcê û wan bi hewldana tirsandina xelkê û bê aramkirina herêmê tawanbar dike.

“Ev alî (komên çekdar yên girêdayê Tirkîyê) bi berdewamî serî li van rêbazan didin da ku di nav xelkê de tirsê bi cîh bikin û xwepêşandanên dijî xirabûna rewşa li Minbîcê bitepisînin, ku di nav de dizî, talankirin, û tundîya zayendî ya endamên wan dikin jî hene. “

HSD herwiha îdayên ku komê bi beşdarîya êrîşa îro tawanbar dikin, bi tundî red kir û jibo dîyarkirina berpirsên êrîşî alîkarîya rêvebirîya Şamê pêşnîyar kir.

“Hêzên me, bi pisporîya berfireh ya di dîyarkirina sûcdaran de, amade ne ku di lêpirsînê de tecrûbeyên xwe bi Rêvebirîya Şamê re parve bikin da ku sûcdarên rast yên li pişt van bomkirinan û alîyên ku hewl didin kiryarên xwe bê delîl û bê lêkolîn bi rêya tawanbarîyên bêbingeh bi lez û bez wan ser hêzên me, veşêrin; wek hewlek jibo dûrxistina balê ji berpirsên rastîn yên van tawanan. “

Fermandarê giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî jî îro bi peyameke erîşa bombeyî ya li Minbîcê şermezar kir û bi gelê Minbicê re piştvanîya xwe dîyar kir.

"Em bi tundî bombekirinên ku Minbîc kirine armanc şermezar dikin û bi piştvanîyek tam ligel niştecîhên wê ne," wî di peyamekê de li ser X’ê got.

Serfermandarê Kurd herwiha êrîşa li Minbîcê wek gefek ser yekîtîya tevna civakî ya gelên Surîyê pênase kir û pêwîstiya hesabpirsîna ji sûcdaran destnîşan kir.

"Ev kiryarên tawankar gefê li yekitîya tevna netewî dixwin û divê berpirsên wan werin ceza kirin. Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxîyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin," Ebdî got.

Piranîya bakur û rojhilatê Sûrîyê di destê HSD de ye,ku wek revebirîyek xweser û hevpeymanîya ji civakên xwechî û herwiha bi piştgirîya Amerîka serwer e.

Lê, li bakurê Sûrîyê bi hezaran hêzên Tirkîyê hene û herwiha Enqere li wir piştgirîya komên çekdar yên cihadî, bi taybet Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê (SNA), ku şerê dijî HSD’ê dikin.

Bi têkçûna rejîma Esad di 8’ê Berfanbarê de, Tirkîyê û çekdarên SNA şerê dijî HSD’ê tund kirine, bi taybet li heremên Minbîc ku qasî 30 km ji sînorê Tirkîyê dûr e, û derdora bendava Tîşrînê.

Herwiha di Berfanbarê de çekdarên SNA bi piştgirîya Tirkîyê, navenda Minbîcê xistin bin kontrola xwe ku ew berê di destê HSD de bû ku HSD hîn heremên derdorê kontrol dike.

Êrîşa îro ya dudyan e ku di nava çend rojan de li Minbîcê pêk tê, di demekê de ku danûstandinên di navbera desthilatên nû yên Sûrî de, ku nêzî Enqerê ne û HSD li ser siberoja bakurê Sûrîyê û komê didomin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) roja Şemîyê ragihandibû ku di encama peqîna otombîleke bombebarkirî de li Minbîcê herî kêm 9 kes hatin kuştin ku di nav wan de çekdarên alîgirên Tirkîyê jî hebûn.

Li gor daneyên SOHR, ji 12’ê Berfanbara 2024’an û vir ve li Minbîcê bi giştî 568 kes jiber bûyerên tundîyê hatine kuştin ku ji wan 55 sivîl in.

Jêder: AFP, SOHR, HSD

XS
SM
MD
LG