Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervanên wê ewên di girtîgeha Eqtanê ya Reqayê bo Kobanîyê hatine veguhestin.
HSDê di daxuyanîyekê de îro Înê got ku “Bi hevkarîya Koalisyona Navnetewî, erkê veguhestina şervanên me, ewên ku bi erkê parastina girtîgeha Eqtanê radibûn bi dawî hat.”
Jêderekê li bajarê Kobanîyê got ku di karwanê ku gihîşte bajêr de bêtirî 800 şervanan hene.
Li gor ajansa SANA ya hikûmeta Sûrîyê, Wezareta Hundir got ku “Rêvebirîya girtîgehên Eqtanê ya Reqayê ji HSDê hate wergirtin û parêzvanên girtîgehê hatine veguhestin. Ev jî xaleke ji rêkeftina 18 Çileyê ye ku divê girtîgeh li bin kontrola wezareta karên hundir ya Sûrîyê be.”
Ne eşker ye çend kes girtîyên Daişê di zindana Eqtanê de ne, lê tê gotin ku dibe hejmara wan nêzîkî 2,000 girtîyan be. Ev yek demekê de ku hêzên Amerîkayê dest bi veguestina pirtir ji 7,000 girtîyên Daişê ji Sûrîyê bo Îraqê kiriye.
Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio diyar kir ku wergirtina endamên Daişê însîyatîva Îraqê bû.