Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku di êrîşeke dronî de 6 şervanên wê hatine kuştin.
HSD’ê dîyar kir ku êrîş li akademîya perwerdeyê ya li qada petrolê ya li El Omer ya li rojhilata Dêrezorê li dar ketiye.
‘’Dron ji herêma çeteyên bi piştgirîya rejîma Sûrîyê hatiye firandin. Em vê êrîşa terorî bi tundî şermezar dikin û em dîyar dikin ku mafê me yê bersîvdanê heye.’’
HSDê dû re bi daxuyanîyeke din ragihand ku milîsên bi piştgirîya Îranê ew êrîşa dronî pêk anîye.
"Lêpirsîna me derxist holê ku milîşayên bi piştgirîya Îranê deverên Dêrezorê yên bin kontrola rejîmê wek xala pêkanîna êrîşa dijîî Akademîya Komandoyan ya HSD bi kar anîn û 6 şervanên me yên Komando şehîd kirin."
Demeke zûtir ya êroÇavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihandibû ku di êrîşê de 7 şervanên HSD’ê hatine kuştin û 18 kesên din jî birîndar bûne.
Li gor ragihandina SOHR’ê çekdarên bi piştgirîya Îranê ji Cotmehê vir ve li Sûrîyê dijî koalîsyona bi pêşengîya Amerîka pirtir ji 100 êrîş li dar xistine.
Jêder: SDF, SOHR