Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Walîyê DAIŞê yê Reqa Desteser Kir


Îro pênçşemê HSD di daxuyanîyek nivîskî de ragihand ku Hêzên hevbeş ên hemleya "Tolhildana Şehîdên Reqayê" bi piştgiriya hewayî ya Koalîsyona Navdewletî, 68 çekdarên şaneyên DAIŞ'ê girtin.

Di nava girtîyan de lîderê rêxistina terrorist li Reqayê hat girtin.

Berpirsê ragihandina YPG Sîyamend Elî ji Dengê Amerîka re agahîya girtina Mithan tekez kir, birêz Elî dibêje ku bi girtina lîderê Daişê yê Reqayê dê alîkarîyek mezin bide têgihştina tektîk û tevgera şaneyên Daişê li Sûrîyê bigiştî.

Terorîst "Atallah El-Mithan" ji alîyê lîderên Daişê hatibû erkedarkirin ku girûpa bi navê " Xalid Bin El-Welîd" avabike û bi çek bike.

Ew girûpa êrîşa li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Diriyê di 26ê Kanûna sala bûrî de pêkanî.

Di vêdeoyekê de HSD ser malpera xwe ya fermî weşand têde terorîst "Atallah El-Mithan" li xwe mikur hat ku plan û rêvebirina êrîşên terorîstî û ji bo bidestxistina piştgiriya aborî ji DAIŞ re, û herwiha hêsankirina peywendîyan di navbera şanên terorîst de li bakûr û rojhilatê Sûrîyê.

Oprasyona HSD di roja xwe ya diwem de berdewam e, îro danê sibê dest bi operesyonên taybet li bajarokê El-Kerama kirin. ku 20 km li rojhilatê bajarê Reqayê ye,her wiha bajaroka Mensûra li rojavayê Reqayê û bajarokên Sirîn û El-Cerniyê HSD oprasyonên xwe diwam dikin.

Di encama wan oprasyonan de HSD 8 çekdarên Daişê girtin, ku 2 ji wan hewl didan ber bi deverên derveyî kontrola HSD li aliyê din ê çemê Firatê birevin.

Şopîner bawerdikin ku ji bilî armancên giring ku heya niha tên bidestxistin ji oprasyonê re lê vegera kiwalisyonê ji bo deverên ku ji 2019 an de jê vekişîanbûn, girngîyek taybet dide vê oprasyonê.

Rojnamevan Zana Elî ji Reqayê dibêje ku vegera kiwalisyonê li Reqa wê bandorek mezin ser şerê dijî şaneyên Daişê bike.

Hêzên Sûrîya Demoqratîk li gel hêzên ewlekarîya Hindrîn bi piştîvanîya ezmanî ya Kiwalisyonê dest bi Oprasyona "Tolihlidana Şehîdên Reqa" kirin.

Di encama herdû Rojan de 76 endamên şaneyên Daişê hatin girtin di nava wan de lîderên Daişê yên herî bi bandor hene.

XS
SM
MD
LG