Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD ji Rûsya Dixwaze Hember Gefên Tirkîyê Helwesteke Xurt Nîşan Bide


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku ew jibo rûbirûbûna her êrîşeke bejahî ya artêşa Tirk amade ne.

Endama fermandarîya giştî ya HSD'ê Newroz Ahmed di preskonfranseke onlaynî de rewş û pêşhateyên dawî li herêmê ku di encama êrîşên Tirkîyê de derketine û metirsîya van êrîşan li ser ewlehîya herêmê, şîrove kirin.

“Her çiqas hîn tu liv û tevgereke berçav jibo êrîşeke bejahî ji alîyê Tirkîyê ve tune be jî, amadekarîya vê yekê jibo Tirkîyê pir dem naxwaze. HSD vê gefê cidî digire û jibo bersîvdana çi êrîşekê amade ye,” Ahmed wek bersîva pirseke Dengê Amerîka got.

Di bersîva pirseke me ya din ya derheqa helwesta Rûsya ji gefên Tirkîyê ku herêmên Kobanê û Rojavayê Firatê, anku Minbic û Şehba ye, Ahmed got ku danûstandin bi Rûsya û hikûmeta Şamê re ser van herêman berdewam in ku helwesteke hevbeş li hember êrîşan hebe.

Ahmed got ku gava êrîş çêbe û Rûsya û rejîma Sûrî bê helwest bimînin yan xwe paşve vekişînin, wê demê têkilîya wan bi wan wê biguhere.

"Ger êrîşek çêbe, Rûsya û hikûmeta Şamê bê helwest bimînin, wê çaxê têkilîya me û wan, herwiha hebûna wan li ser erdê, wê wisa nedome çimkî hevsengîyên li herêmê tên guhertin û şer wê tenê li herêmekê nemîne.”

Ahmed bal kişand ser metirsîya êrîşên Tirkîyê ku gelê herêmê were koçber kirin û ewlehîya herêmê têk biçe, wê çaxê 5 mîlyon kes ku li herêmê dijîn, dikevin rewşeke xeternak.

Hêjayî gotinê ye ku ji 20'ê Mijdarê û vir ve artêşa Tirk herêmên bakurê Sûrîyê bombebaran û topbaran dike, herwiha karbidestên Tirk gefa operasyoneke bejahî dixwin.

XS
SM
MD
LG