Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSDê Helmeta Dijî Daişê Dîsa Çalak Dike


Şervanên HSDê
Şervanên HSDê

Şervanên Hêzên Sûriya Demokrat îro Yekşemê helemta xwe ya dijî gurûpa terorîst Daiş li rojhilata Sûriyê dîsa berdewam kir.

HSDê di daxuyaniyekê de got biryara jinûveçalakirina şer hat piştî hin ger û bizavên dîplomatîk.

HSDê biryar dabû ku şerê dijî Daişê li parêzgeha Dêra Zorê rawestîne wek bersiva gefên Tirkiyê yên derbasbûna Rojhilata çemê Ferêt.

Ew dibêje armanca berdewamkirina operasyonê ewe ku kar ji bo têkbirina dawî ya gurûpa Daişê bibe.

Ji dema rawestana operasyona HSDê, Daiş jimarek êrîş pêk anîn ku di encamê de bi dehan şervanên HSDê hatin kuştin.

Tevî ku operasyonên ser erdê hatibûn rawestandin, êrîşên esmanî yên koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka dijî Daişê berdewam bûn.

XS
SM
MD
LG