Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di operasyonên berdewam yên li Dêrezorê de 5 çekdarên DAIŞ’ê yên bîyanî desteser kirin ku amadekarîya êrîşî karwanên sivîlan dikirin.
Navenda Ragihandina HSD’ê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan 5 çekdarên DAIŞ’ê yên bîyanî girtine.
“Hêzên me di 30’ê Kanûna 2018’an de 5 çeteyên bîyanî yên DAIŞ’ê girtin ku ji Amerîka, Îrlanda û Pakistanê ne. Çeteyên ku hatine girtin, ev in;
Warren Christopher, ku bi navê Ebu Mihemed El-Amerîkî tê nasîn û ji bajarê Houstonê ya Amerîka ye û Zeyd Abdullhamîd ku bi navê Ebu Zeyd El-Amerîkî tê nasîn ji Amerîka ye.
Aleksander Rozmatovitish ji bajarê Dublinê ya Îrlanda, Fadil El-Rehman Cad ku bi navê Ebu Enaam El-Muhacir tê nasîn, ji bajarê Lahur ya Pakistanê, Abdulezîm Ratşût ku bi navê Ebu Emer El-Pakistanî tê nasîn, ji bajarê Sîyalkot ya Pakistanê ye.”
Berpirsê navenda ragihandina HSD’ê Mistefa Balî ji Dengê Amerîka re ew agahî piştrast kir.
Hêjaye bîrxistinê ye ku li gor raporeke Îlona 2018’an de di destê HSD’ê de ji 44 welatên cihê, 514 çekdarên bîyanî girtî ne û herwiha malbatên wan ku 534 jin, 1175 zarok pêk tên, niha di bin kontrola Kurdan de ne.
Di nav wan de terorsîtên herî xeter yên wek Alexanda Kotey û El Shafee Elsheikh jî hene ku wek “Beatles” li Sûrîyê tên nasîn.
Fermandarên HSD’ê didine zanîn ku li rojhilata çemê Firatê nêzî 4000 çekdarên DAIŞ’ê hene û piranîya wan bîyanî ne.