Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD'ê Qonaxa Yekê ya Operasyina Dêrezorê bi Dawî Kir


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di preskonferanesekê de bidawîkirina qonaxa yekê ya oprasyona dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê ragihand.

Di konferansa rojnamevanî de ku li bajarokê Şedadê yê ser bi Hesekê ve hat lidarxistin, daxuyanîyeke nivîskî li ser navê HSD’ê û ji aliyê Berdevka Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê, Lîlwa Ebullah ve hat xwendin.

HSD’ê di daxuyanîyê de ragihand ku îro 10 Hezîranê qonaxa yekem a operasyona wan a li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê, li gundewarên bajarên Dêrezorê û Hesekê bi dawî bû.

"Di 10 rojên operasyonê de, 110 çekdarên DAIŞ’ê û alîgirên wê rêxistinê ji aliyê şervanan ve hatin desteser kirin."

Di beşeke daxuyanîya xwe de, HSD’ê herwiha dîyar kir ku di 10 rojên operasyonê de, hêzên wan rûberek berfireh bi dirêjahîya 175 km û panahîya 60 km û zêdetirî 150 gundan paqij kirin.

Li gor HSD’ê, ligel desteserkirina çekdarên DAIŞ’ê, hêzên wan dest danîne ser hejmareke mezin ji çek û teqemenî.

Di daxuyanîyê de amaje bihemahengîya di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk û hikûmeta Îraqê de û beşdarîya hêzên Hevpeymanîya Navdewletî tê kirin.

“Bi koordînasyona leşkerî di navbera hêzên me û hikûmeta Îraqê de û bi beşdarbûna hêzên Koalisyonê ji bo peydakirina ewlehîya herêmên sînor û parastina aramîya navxweyî, parastina jîyana niştecihan ji êrişên şaneyên DAIŞ`ê ku di demên dawîn de zêde bûne. Hêzên me nêzî 175 km bi dirêjahî û 60 km bi kûrahî paqij kir û di nav de zêdetirî 150 gund û baxçe jî hene..

Hêzên Komando û Koalisyonê girtin ser 65 bargeh şaneyên DAIŞ`ê. Di encama operasyon û paqijkirinê de hêzên me 110 terorîst û kesên ku gumana têkiliyên bi şaneyan re li ser wan hene, girt.”

HSD’ê destnîşan kir ku di qonaxa yekê ya operasyenê de hindahî û birîndarên wan tunebûn û hêzên wê.dê oprasyonên xwe berdewam bikin.

ZO_10_6_2020_SDF
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:29 0:00

XS
SM
MD
LG