Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD li Dêrezorê Pêşdeçûna Xwe Didomîne


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê bajarokê Mergeda dorpêçkirine.

Berdevka oprasyonê Lîlwa Ebdulah ji Dengê Amerîka re got ku "hêza wan gundê Wesîha ya li başûrê bajarokê Siwer rizgar kir.”

“Li baskê bajarokê Mergeda hêzên me 17 gund rizgar kirin û bajarokê Mergeda dorpêç kirin û 3 km navbera wan û bajêr de maye. Herwiha, bajarokê Seawa ya qiraxa rojhilat ya Çemê Firatê jî hat rizgar kirin.”

Ji alîyê mirovahî de rojane bi hezaran kes ji deverên şer direvin, taybetî ji bajarokê Meyadîn ku rejîm li wir bi alîkarîya balafirên Rûsî pêş dikeve.

Heyva Sor a Kurdî piştrast kir ku rojane nêzîkî 5 hezar sîvîlên ku ji şer direvin tên gundê Malha û ew wan vediguhêzînin kampan.

erpirsê ragihandina Heyva Sor a Kurdî Kemal Dirbas ji Dengê Amerîka re got ku rewşa mirovahî xirab e û divê sazîyên navnetewî alîkarî bikin .

Hêjayî balkişandinê ku piranîya sîvîlan ji deverên ku rêjîm lê pêş dikeve cîh û warên xwe dihêlin û diherin herêmnê bin kontrola HSD’ê.

ZO_10_09_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:13 0:00

XS
SM
MD
LG